"Projeya F-35an ya ku Tirkiye di nav da nebe mehkûmî têkçûyînê ye"

Serok Erdogan: "Projeya F-35an ya ku Tirkiye di nav da nebe bi temamî mehkûmî têkçûyînê ye."

"Projeya F-35an ya ku Tirkiye di nav da nebe mehkûmî têkçûyînê ye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Projeya F-35an ya ku Tirkiye di nav da nebe bi temamî mehkûmî têkçûyînê ye." 

 "Di pîşesaziya parastinê da ji projeyê heta çêkirinê di her warî da em gav bi gav ber bi hedefên xwe va diçin û derdikevin pêş."

 "Tirkiyeyê çawa di warên siyasî, diplomatîk û aboriyê da zextan qebûl nekir di warê pîşesaziyê da jî qebûl nekiriye û wê qebûl jî neke."

"Niha em hewl didin balafira xwe ya şer ya neteweyî çêbikin. Înşellah ji vir û pê da Hêzên Esmanî di fîloyên xwe da wê cî bidin balafirên şer yên neteweyî."

 "Îro Tirkiye di mijara firokeyên biçek û bêçek da li dinyayê êdî bûye serdest."

 "Di dîrokê da me di nav kîjan îtifaqê da cî girtibe gorî hiqûqa îtifaqan hereket kiriye û çi hewce kiribe kiriye. Wek mînak ji bona ewlehiya sînoran çi pêwist be me ji mutefîqên xwe xwestiye. Mixabin di vî warî da daxwaza me bi cî nehatiye yan jî astengî hatine derxistin."

"Teknolojiyên zirx, optîk, nivîsbarî, motor, sîmulasyon, teqemenî di serî da ji bo ku pêşiya welatê me bigrin her tiştî wekî navgîn bi kar tînin. Lê em biryardar in ku seba xwe û dostên xwe binesaziya hewcedar ava bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Gulan 2019, 11:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE