Projeya gera Çanakkaleyê

Li Kızıltepeyê qefleya ewil a xwendekarên lîseyê ji bo dîtin û gerê kete riya Çanakkaleyê 

Projeya gera Çanakkaleyê

Li Qosera Mêrdînê, bi hevkariya şaredarî û wezareta ciwanî û sporê proyeke gerê hat amadekirin. di çarçoveya projeyê de qefleya ewil a xwendekarên lîseyê, ji bo dîtin û gerê ber bi çanakkaleyê ve bi rê ket. 

Şaredariya Qoserê ji bo xwendekarên di betlaneyê de projeyeke taybet amade kir.  

Di çarçoveya projeya bi piştgiriya Wezareta Ciwanî û Sporê de ji navçeyê hin xwendekarên lîseyê hatin diyarkirin. 

Paşê jî ji bo çûyîna Çanakkaleyê amadehiyên hewce hatin kirin. 

Qefleya ewil a xwendekarên Qoserî bi merasîmeke ku Qeymeqamê navçeyê jî beşdarê bû, ber bi bajarê Çanakkaleyê ve kete rê. 

Xwendekar di çarçoveya gerê de wê him bi çavê xwe cihên dîrokî bibînin, him jî wê bi hev re demeke xweş derbas bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE