Projeya gihandina tirî

Di çarçoveya projeyê de 11 cure tirî ji nûve tên gihandin...

Projeya gihandina tirî

Zanîngeha idirê li ser tiriyê bajêr projeyek çêkir. Di çarçoveya projeyê de tiriyên idirê ku nifşê wan ber bi windabûnê ve ne ji nûve tên gihandin.

Îklîma İdirê li gorî bajarên derdorê nermtir e. Ji bo vê jî li İdirê gelek meywe û sebze tên gihandin.

Zanîngeha İdirê ev 5 sal in li ser projeyekê dixebitî. Di çarçoveya projeyê de biryar hat standin ku 11 cure tirî careke din bê gihandin.

Mamosteya Fakulteya Zîreatê Doç. Dr. Sadiye Peral Eyduran şitilên ku hatine gihandin li baxçeyê cotkarekî danîn.

”beriya vê li îdirê ji 10an zêdetir cure tirî dihat gihandin. me jî got bila ev dewlemendiya bajarê îdirê winda nebe. me şitilên tirî gihandin. niha jî em di bexçeyên welatiyan de datînin.”

Şitilên ku li kampûsa zanîngehê tên gihandin di baxçeyê cotkarekî de jî hatin danîn.

Zanîngeh bi vî awayî him piştgiriyê dide hilbêrînê him jî xwedî li tiriyên bajêr derdikeve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE