Li Mardinê şagirtên kursa wênegirtinê pêşaneyek vekir. Ev pêşane, sembola hevaltiya welatiyên Türkiye û Sûriyeyê ye.
8 hefteyan li navend û gundên Mardinê geriyan, serdanê cihên dîrokî kirin; wêneyên ji hev xweşiktir girtin.
Li bajarê pirçandî Mardinê , ji bo ku şêniyên herêmê û koçberên Sûriyeyî nêzî hevûdu bibin û di nav wan de dostanî çêbibe projeya kursa fotografan hat çêkirin.
Wêneyên şagirtan di pêşaneyekê de hatin pêşkêşkirin.
Ji bo projeya Komeleya Fotograf û Hunerê ya Mardinê , saziyên biyanî yên Ewropayî jî piştgirî dan.
Ji projeyê herî zêde jî kursiyerên jin memnûn bûn.
Bi saya vir cara ewil wênekêş girtin destê xwe û bi hev re dostaniyên jidil danîn.