Projeya ji bo heywanên bêxwedî

Şaredariyê li ser 7 û nîv donim erdî stargeheke heywanan ava kir.

Projeya ji bo heywanên bêxwedî

Şaredariya Yüksekovaya Hakkariyê ji bo heywanên bêxwedî projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de li ser 7 donim û 500 metre qadî Stargeha Heywanan û Navenda Rehabilitasyonê hat avakirin.

Li Yüksekovaya Hakkariyê bi destê şaredariyê, ji bo heywanên bêxwedî navendeke rehabilitasyonê hat avakirin.

Navend 16 kîlometre dûrî navçeyê li gundê Sakitanê li ser 7 donim û 500 metre qadî hat çêkirin.

Qeymeqamê Yüksekovayê Osman Doğramacı derbarê navenda rehabilitasyonê de agahî da û got piştî rehabilitasyonê heywan tên berdan xwezayê.

Qeymeqam Doğramacı got,”Li navçeya me heywanên bêxwedî pirsgirêkeke mezin bû. Me jî ev der çêkir. Dema ku zivistan tê heywan zêdetir diqefilin. Xebatkarên me wan tînin vir û li wan dinêrin. Welatiyên me dikarin heywanan bibin mala xwe û xwedî bikin.”

Li navendê digel beytaran 12 heb jî personel hene û hemû kes ji bo rehabilitasyona heywanên bêxwedî dixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE