Projeya ji bo jinên hilberîner

Bi alîkariya şaredariyê dest bi çandiniya lewenteyê kirin

Projeya ji bo jinên hilberîner

Jinên Ömerliya Mardinê dest bi çandiniya lewenteyê kirin. Li navçeyê bi piştgiriya şaredariyê ji bo 15 jinên hilberîner li ser erdekî 255 donim bexçeyê lewenteyê hat avakirin.

Şaredariya Ömerliya Mardinê ji bo ji jinan re îmkan û derfeta xebatê çêbe dest bi projeyeke nû kir.

Şaredariyê li taxa Bîra Mezrê ji bo 15 jinên hilberîner li ser erdekî 255 donim bexçeyê lewenteyê ava kir.

Bi saya vê projeyê him wê li herêmê çandiniya lewenteyê geş bibe, him jî wê îstixdama jinan zêde bibe.

Li Navçeyê ji bo amadekirina bexçeyan û danîna şitilên lewenteyê merasîm hat lidarxistin.

Jinên Ömerliyê dixwazin piştgirî û projeyên bi vî rengî bidomin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE