Bajarê qedîm ê dîrokî dara li Mêrdînê ye. Her sal gelek turîst tên bajarê qedîm û ziyaret dikin. Walitiya bajêr ji bo pêşxistina turîzmê projeyek amade kir. Di çarçoveya projeyê de wê otopark, lavabo û cihên bêhnvedan û agahdarkirinê bên çêkirin.
Li Mêrdînê gelek cihên qedîm û dîrokî hene. Bajarê kevnare yê dîrokî Dara jî ji van cihan yek e.
Walîtiya bajêr bi navê pêşwazîkirina turîstan projeyek amade kir. Waliyê Mêrdîn Mahmut Demirtaş li bajarê qedîm ê darayê lêkolîn kir behsa giringiya projeyê kir.
Waliyê Mardinê Mahmut Demirtaş:”ajansa pêşketinê projeya pêşwazîkirina turîstan çêkir. Midûriya çand û parkên xwezayî li ser projeyê dixebite. Em ê tavile dest bi projeyê bikin û di nav demeke kurt de biqedînin.”
Walî Demirtaş dibêje em ê ji bo ronahiyê ji enerjiya tavê îstifade bikin.
Waliyê Mardinê Mahmut Demirtaş:”em ê di vê projeyê de ji bo ronahiyê bi tevahî enerjiya tavê bikar bînin. Em dixwazin ev der bibe navendeke navdar. Piştî ku proje biqede turîst wê bi rehetî bajarê qedîm ê darayê ziyaret bikin.”
Her sal ji welêt û derwelêt bi hezaran turîst tên bajêr û cihên dîrokî ziyaret dikin.