Projeya ji bo xurtkirina mêşvaniyê

Zanîngeha Bingölê ji bo mêşvanan devereke mayînde diyar kir

Projeya ji bo xurtkirina mêşvaniyê

Li Çewligê ji bo xurtkirina mêşvaniyê projeyeke girîng dest pê kir. Li gorî xebata zanîngeha çewligê, mêşvanên herêmê êdî wê li cihên xwe yên daîmî kewarên xwe deynin û heta dawiya sezonê hingiv hilberînin. Li qersê jî mêşvanan ku li herêmê kewarên xwe danîbûn ji ber hişkesaliyê zirareke mezin dîtin.

Li Çewligê ji bo pêşxistina mêşvaniyê projeyeke girîng dest pê kir.

Zanîngeha Çewligê, ji bo mêşvanên herêmê êdî li cihekî sabît hilberînê bikin, qadeke daîmî diyar kir.

“ Em dixwazin mêşvanên me ji Nîsanê heta Îlonê li vir bisekinin. Ji bo vê jî me li ser erdekî 10 donimî gelek çîçek û toximên cûrbicûr çandin. Bi saya vê jî mêş wê hertim karibin polen û nektarê bibînin.”

Bi saya vê projeyê mêşvananên herêmê êdî heta dawiya sezonê wê li cihên xwe yên daîmî kewarên xwe daynin û mêşên xwe berdin xwezayê.

Li Qersê jî hilberîna hingiv îsal gelek daket.

Ji ber hişkesaliyê, mêş ji kewaran derneketin û dest bi çêkirina hingiv nekirin.

Mêşvanên ku heta niha di zirarê de ne, ji bo bi temamî zirarê nekin li benda başbûna hewa û baranê ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE