Şaredariya Şanlıurfayê ji bo ku pirsgirêkên di nava malbatan de tespît bike û tundiya li ser jinan kêmtir bibe projeyek da destpêkirin. di çarçoveya projeyê de pispor wê biçin ba malbatan û wan agahdar bikin.
Di salên dawî de li seranserê Tirkiyê di nav malbatan de zêdetir pirsgirêk çêdibin û jin rastî tundiyan tên.
Şaredariya Şanlıurfayê jî bi hevkariya Zanîngeha Harranê, Midûriya Perwerdeya Neteweyî, Miftitiya Bajêr, Midûriya Tenduristiya Bajêr, Midûriya Xizmetên Malbat û Civakê û Konseya Bajêr bi navê “Ji bo Zewaceke Bextewar Gava Ewil” projeyek da destpêkirin.
Seroka Daîreya Xizmetên ji bo Malbat û Jinan Fatma Şekerê derbarê projeyê de agahî dan û got em dixwazin pirsgirêkan çareser bikin.
Bi vê projeyê tê plankirin ku malbat werin agahdarkirin û pirsgirêk bi riya diyalogê werin çareserkirin.
Her wiha xebatkarên şaredariyê wê malbatan perwerde bikin û pirsgirêk ji holê rabin.