Projeya “jin bi şanoyê xurt dibin”

Jinên Bitlisî bi şanoyê qala xwezgîniya herêmî kirin

Projeya “jin bi şanoyê xurt dibin”

komeleya jinên muteşebîs a Bitlisê, bi navê “jin bi şanoyê xurt dibin” projeyek hazir kirin. di çarçoveya projeyê de jinên Bitlisî bi şanoyê qala xwezgîniya herêmî, şeva hine û nîşanê kirin.

Komeleya Jinên Mutşebîs a Bitlisê di çarçoveya programa hîbeyê ya Yekîtiya Ewropayê de projeyek hazir kir.

Navê projeyê jî ev e “Jin bi Şanoyê Xurt dibin”.

Bi vê projeyê jî dixwazin kevneşopiyên herêmî yên wekî xwezgînî, şeva hine û nîşanê bi şanoyê nîşan bidin.

Ji bo vê yekê jinên Bitlisî hatin cem hev û li ser van mijaran şanoyek li dar xistin.

Di dema xwezgînî, nîşan û şeva hineyê de çi tên kirin yek bi yek bi şanoyê nîşan dan.

Eleqeya ji bo Şanoyê mezin e.

Her wiha ji bo çanda Bitlisê neyê jibîrkirin şanoyên wisa wê bidomin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE