Projeya Kizilkoyunê

Xaniyên li derdora Kelha Şanlıurfayê dê bên xirakirin

Projeya Kizilkoyunê

Şaredarê Bajarê Mezin a Rihayê xaniyên li derdora kelha Rihayê ji welatiyan dikire. Ew xanî dê bên xirakirin û dora kelhê bê vekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji bo turîzma bajêr xebateke girîng da destpêkirin.

Di çarçoveya projeya Kizilkoyunê de 270 xaniyên li derdora Kelha Rihayê wê ji welatiyan bên standin.

Şaredarê Bajarê Mezin a Rihayê Zeynep Abidin Beyazgül got ‘’meclisa me qerar da ku van xaniyan bistîne. Xwediyên xaniyan kengê bixwazin dikarin xanî teslîm bikin û pereyên xwe bistînin. Dema ev xanî bên xirakirin keleh wê derkeve meydanê û dê baştir xuya bike’’.

Ji bo vekirina derdora kelhê ev xanî dê bên xirakirin..

Bi vî awayî wê him şikeft derkevin holê him jî cihê gerê wê firehtir bibe.

Şaredariyê beriya vê biryarê bi xwediyên xaniyan re jî civiya û wisa qirar da.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE