Projeya ku dê trafîqa Diyarbekirê rihet bike ber bi kutabûnê ye

Di çarçoveya projeya Rêya Dorhêlê ya Rojavayê Başûr da çûyînên transît dê ji trafîqa nava bajêr bên veqetandin û bi vî awayî trafîq dê sahil bibe

Projeya ku dê trafîqa Diyarbekirê rihet bike ber bi kutabûnê ye

Projeya Rêya Dorhêlê ya Rojavayê Başûr ku dê trafîqa Diyarbekirê rihet bike hindik ma bi dawî bibe.

Xebatên kutakirina Rêya Dorhêlê ya Rojavayê Başûr a Diyarbekirê bênavber didomin ku ji hêla Midûriyeta Giştî ya Rêbejayê tê çêkirin, 29,3 kîlometre dirêj e û rêya Diyarbekir-Rihayê bi rêya Diyarbekir-Mêrdînê va girê dide.

Di projeyê da çêkirina 24,8 kîlometreyî temam bû û her wisa armanc ew e ku heya dawiya salê rê bi temamî têkeve xizmetê.

Bi saya Rêya Dorhêlê ya Rojavayê Başûr va çûyînên transît dê ji trafîqa nava bajêr bên veqetandin û bi vî awayî trafîqa nava bajêr a Diyarbekirê dê sahiltir bibe.

Ajokar kêfxweş in

Ajokar jî kêfxweş in ku proje hindik ma bi dawî bibe.

Ajokarê tirê Mehmet Sonka diyar kir ku ew, rêbejaya Riha û Mêrdînê pir diemilîne û ji ber ku ew dikevin rêyên nava bajêr, wextê wan pir ziyan dibe û wiha dewam kir:

"Şûna nava bajêr, rêya dorhêlê ji bo me pir çêtir e. Em ji ber çêkirina rêya nû pir kêfxweş in. Heger zûtirekî bi dawî bibe, dê ji bo me rihettir bibe. Her wisa bi saya rêya nû va di warê zeman û sotemeniyê da teserûf dê çêbe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE