Projeya li Batmanê: “Însaf bike, îsrafê neke”

Hefteyê du rojan ji malan nanê zêde kom dikin û didin heywanan

Projeya li Batmanê:  “Însaf bike, îsrafê neke”

Li Batmanê xwendekar û mamosteyên dibistanekê ji bo balê bikişînin ser îsrafa nan, projeyekê dimeşînin. Di projeyê de ji bo nan îsraf nebe li ber her avahiyê qutî hatin danîn ku xelk nanê xwe yê zêde biavêje wir. Nanê ku li van deran tê berhevkirin jî didin heywanên bêxwedî.

Nanê ku tê îsrafkirin, ji bo aboriya welêt, pirsgirêkeke gelek girîng e.

Ji bo vê jî tim û tim di warê îsrafa nan de projeyên balkêş tên meşandin.

Di vê çarçoveyê de, li Batmanê jî xwendekar û mamosteyên dibistanekê li taxa xwe dest bi xebateke girîng kirin.

Xwendekaran ji bo nanê bermayî îsraf nebe li ber her avahiyê ji bo berhevkirina nanê zêde qutî danîn.

Nanê ku di van qutiyan de tê komkirin jî wê bi saya şaredariyê li heywanên bêxwedî bê belavkirin.

Xelkê taxê jî ji bo vê hesasiyeta wan, spasî zarokan dikin.

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE