Projeya li dijî tiryakê

Ciwan bi semîneran li dijî tiryakê tên agahdarkirin

Projeya li dijî tiryakê

Li Midyata Mêrdînê xebat û çalakiyên li dijî tiryakê dewam dikin.

Herî dawî bi kordînasyona Qeymeqamiya Midyatê û hin saziyên kamûyê bi navê “Ji Tiryakê Bifilite, Azad Bibe” projeyek hat amadekirin.

Di çarçoveya projeyê de li Lîseya Fenê semînerek hat dayîn.

Gelek rayedar, welatî û xwendekar beşdarî semînerê bûn.

Di vê semînerê de ciwan ji aliyê pispor û mamosteyan li dijî tiryak û talûkeyên wê hatin agahdarkirin.

Hat eşkerekirin ku dê di çarçoveya projeyê de li hin dibistanên din jî semîner werin kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE