Projeya Midûriya çandiniyê ya Şirnexê

Bi saya “projeya darên fisteqan” çiyayê Cudiyê wê bibe ciyê îstihdamê

Projeya Midûriya çandiniyê ya Şirnexê

Li Şirnexê piştî ewlehî û aramiyê li çiyayê Cudiyê gelek proje tên lidarxistin. Yek ji wan projeyan jî ji aliyê midûriyeta çandinî û daristanan hat destpêkirin. Bi saya vê projeyê li hin gundan darên kizwanan hatin tamandin û wê 3 salên din bibin darên fisteqan.

Çiyayê cudiyê yê li Şirnexê ev çend sal in bi xeberên terorê dihat rojevê, lê êdî ne wisa ye.

Midûriya çandiniyê ya Şirnexê, li hin gundan darên kizwanan tamandin û kirin darên fistiqan.

Bi saya vê projeyê, fistiqên Sêrtê wê li Şirnexê jî çêbin.…

Midûriya Çandiniyê niha li gûndê Nerexa Şirnexê dest bi vê projeyê kir û proje wê li hemû gundan dewam bike.

Welatî dibêjin fistîqên Sêrtê yên mezin û xweşik wê heta 3 salan, li Şirnexê jî çêbin.

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2019, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE