Projeya “muzîk li kolanê ye, muzîk li her derê ye”

Xwendekar di çarçoveya projeyê de li kolanan konseran didin

Projeya “muzîk li kolanê ye, muzîk li her derê ye”

Midûriyeta Perwerdeya bajêr a Meletiyê projeya bi navê “muzîk li kolanê ye, muzîk li her derê ye” da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de xwendekar li kolanan konseran didin.

Muzîk Li Kolanê ye, Muzîk li her derê ye…

Gotin bila navê wê ev be û projeyek dan destpêkirin.

Bi projeya Midûriyeta Perwerdeya Bajêr a Meletiyê xwendekarên dibistana navîn û lîseyê li ber Avahiya Navenda Danûstendinê konseran didin.

Bi saya vê projeyê him bi sinetê re mijûl dibin, him jî di muzîkê de jêhatî dibin.

Welatî dibêjin kesên ku bi muzîkê re mijûl dibin xirabiyê nakin. Ji bo vê jî projeyeke biqîmet e.

Projeya ku di meha sibatê de dest pê kiribû dê heta betlaneya havînê dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 17 Gulan 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE