Li Şirnexê ev sala 3yan e ku Qaymeqamiya Beytuşşebabê ji bo malbatên hewcedar ku pitikên wan bûne, melzemeyan belav dike. Di nav van melzemeyan de landik, mama, bêz û gelek kel û pelên din hene. Bi projeya "Nûwelidî, Cîhana Nû" heta niha alîkariya zêdetirî 200 malbatan hatiye kirin.
Ji landikê heta cil û bergên pitikan... Ji bîberonê heta mama...
Qaymeqamiya Beytuşşebabê ji bo malbatên hewcedar û pitikên wan bûne alîkariyê dike.
Bi projeya bi navê "Nûwelidî, Cîhana Nû" ev 3 sal in ku ev xizmet tê kirin.
Berpirsên Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Qaymeqamiyê mal bi mal digerin, melzemeyan belav dikin û ji bo pitikan perwerde didin dayikan.
Di nav pakêta diyariyan de 21 cure kel û pelên ji bo pitikan hene.
Malbat ji vê xizmetê razî ne. Heta niha alîkariya zêdetirî 200 malbatan hatiye kirin.