''Projeya Pira Biratiyê''

Komeke alimên rojava di çarçoveya projeyê de ewil çû Şanlıurfayê, pişt re jî ji bo biratiyeke mayinde çûn Diyarbakırê...

''Projeya Pira Biratiyê''

Alimên herêma Marmarayê ji bo di nav Kurd û Tirkan de biratî geş û mayînde bibe dest bi serdana herêma başûrê rojhilat kirin. Seydayên Tirk li bajarên Riha û Amedê geriyan bi alimên heremê re hevdîtin kirin.

Ulemayên Tirk û Kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, ketin bin barekî taybet.

Bi hevkariya Komeleya Yekîtiya Peywirdarên Dîn a Stanbol û Weqfa Alimên Medreseyan a Diyarbekirê, 2 sal berê ‘Projeya Pira Biratiyê’ ava kirin.

Di çarçoveya projeya girîng de seyda û mûderîsên Herêma Marmarayê derketin serdana Herêma Başûrê Rojhilat.

Serdana aliman li Rihayê dest pê kir. Alim li wir çûn Gola mesiyan û meqamê Hezretî Îbrahim ziyaret kirin.

Serokê Gişti yê Din Bir Derê Muhittin Yildirim got ev 6. bernameya di nav alimên Tirk û Kurdan de ye.

Serokê Gişti yê Din Bir Derê Muhittin Yıldırım got “Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat lingên Tirkiye ya me ne. Dewletên emperyal li lingên me yên mislimaniyê dixin. Mirov li ser lingê xwe radibe ser piyan. Ji bo em bibin yek wicûd em dixebitin. Heger em birîna herêmê û ya Diyarbekirê derman bikin wê demê wê di nav Tirk û Kurdan de jiyaneke aram a bi hezaran salan çêbibe”.

Alimên Tirk, pişt re berê xwe dan bajarê Pêxember û Sihabeyan Amedê. Li navçeya Egilê li ser qebrên hezreti Zilkif û hezretî Elyase dia kirin.

Meleyên mêvan mizgefta mezin û qebrên sihabeyan jî ziyaret kirin.

Alim; ji bo xurtbûna biratiya gelan dê li bajarên wek Sêrt, Mêrdîn, Bitlis û Êlîhê bernameyên xwe bidomînin.

Dîroka nûkirinê: 28 Cotmeh 2018, 12:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE