Projeya riya ewlehiyê

Riya 40 kîlometreyî ya navbera Çağlayancerit û Nurhakê hat esfaltkirin

Projeya riya ewlehiyê

Berê rêxistina terorî pkk’ê ji wê riyê diçû û dihat. Lê êdî wê nikaribe. Riya Çağlayancerit û Nurhaqa Meraşê, hat esfaltkirin. Piştî ku ev riya 40 kîlometreyî vebe, wê him heywandarî him jî turîzm bi pêş ve biçe. Her wiha wê navbera Meraş û Nurhaqê jî ji 210 kîlometreyan dakeve 120an.

Berê ev der rê û rêza rêxistina terorî PKK’ê bû..

Lê niha wê him riya bazirganiyê be him jî ya heywandariyê...

Projeya riya ewlehiyê ya neqeba Çağlayancerit û Nurhaqê vebû. Rê 40 kîlometre ye.

Ji ber terorê li wir heywandarî têk çûbû, gelê herêmê nikaribû ji vê riyê derbas bibe.

Bi talîmata Wezareta Karên Navxweyî, riya 35 kîlometreyî hat esfaltkirin.

Bi vî awayî êdî rêxistina terorî PKK wê nikaribe ji vê herêmê re derbas bibe.

Waliyê Kahramanmaraşê Vahdettin Özkan: Ev riya 35 kîlometreyî niha di navbera qezayan de gelekî bi kêr tê. Hûn zanin carna çêkirina riyan bi deh salan dewam dike. Lê me bi talîmat û fînansmaniya wezîrê me di salekê de çêkir. Tenê 5 kîlometre man. Hefta borî dîsa talîmat da me, em ê riya mayî jî biqedînin.

Li zozanên Nurhaq Û Çağlayanceritê gelek pincar û nefelên baş û kaniyên delal hene. Ew jî ji bo turîzmê potansiyeleke mezin e.

Riya ku wê bê çêkirin, dê ne tenê ji bo ewlehiyê, ji bo turîzmê jî zahf girîng be.

Piştî ku rê biqede wê navbera Meraş û Nurhaqê ji 210 kîlometreyan dakeve 120an.

Gelê herêmê piranî bi heywandariyê debara xwe dike. Loma, ji projeyê pirr razî ye.

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2019, 16:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE