Projeya santrala enerjiya tavê hazir e

Bi saya projeyê şaredarî dê mehê ji 100 hezar lîreyî zêdetir kar bike...

Projeya santrala enerjiya tavê hazir e

Şaredariya nû ya depê projeyên xwe yên nû hazir kirin. Şaredar Ayhan Akbaba ji TRT Kurdiyê re behsa hûrgiliyên projeyan kir. Xizmeta herî mezin jî santrala enerjiya tavê ye.

Şaredar Ayhan Akbaba piştî hilbijartina 31ê Adarê dest bi wezîfeyê kir.

Ji roja ku hat ser meqamê xwe û vir ve jî li ser projeyên nû dixebite.

Şaredarê Karakoçanê Ayhan Akbaba:Rêvebiriya me beriya 8 mehan dest bi wezîfeyê kir. Ji roja ewil û vir ve em dixebitin û em dixwazin bi projeyên nû, ferqa xwe nîşan bidin. “

Ji bo çêkirina mezata heywanan û tesîsa hilberîna lavantayê û ji bo karên girtina tapuyan 3 projeyên şaredariyê amade ne.

Lê li gorî Şaredar Akbaba projeya herî mezin projeya enerjiya tavê ye.

Şaredarê Karakoçanê Ayhan Akbaba:Şaredariya me, her meh ji 100 hezar lîreyî zêdetir pereyê ceyranê dide. Me got heke em ji vê mesrefê xilas bibin, xizmetên me dê zêdetir bibin. Ji bo vê jî tîma me projeya santrala-enerjiya-tavê çêkir… Proje hazir e û me hemû destûr jî standine. Înşalla em ê di biharê de santralên ewil bişixulînin.

Şaredar Ayhan Akbaba dixwaze; ligel xizmetên wekî paqijî, çêkirina rêyan, park, baxçe û binesaziyê ji bo ekonomiya navçeyê jî tiştên mayînde bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE