Projeya Şaredariya Îpekyoluya :“bila zarok bi hezkirinê mezin bin”

Digel şert û mercên zivistanê ekîba tenduristiyê mal bi mal digere

Projeya Şaredariya Îpekyoluya :“bila zarok bi hezkirinê mezin bin”

Şaredariya Îpekyoluya Wanê ji bo pitikan projeyek li dar xist. Di çarçoveya projeya bi navê “bila zarok bi hezkirinê mezin bin”, ekîbeke tenduristiyê di şert û mercên zor û zehmet yên demsala zivistanê de diçin serdana pitikan. Ekîb him ji bo pitikan diyariyan dibe him jî wan muayene dike.

Li herêmê serma û seqem heye, şert û mercên zivistanê dijwar in.

Digel vê rewşê Şaredariya Îpekyoluya Wanê ji bo pitikan dest bi xizmeteke nû kir.

Di çarçoveya projeya bi navê “Bila Pitik bi Hezkirin Mezin Bin” ekîbeke tenduristiyê mal bi mal digere ji bo pitikan diyariyan dibe.

Di nav melzemeyan de kel û pelên pitikan, pêlîstok hene.

Ekîb ji personelên tenduristiyê pêk tê, di heman demê de muayeneya pitikan jî dikin.

Ev ekîb her heftê diçe serdana 120 malbatan.

Dîroka nûkirinê: 01 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE