Li Siirtê bi navê “tu jî şitleke berpirsiyariyê biçîne” projeyek hat amadekirin. Di çarçoveya projeyê de karsaza Îstanbulî Cansu Güleryüzê, ji bo vekirina pirtûkxaneyekê piştgirî da. Li gorî piştgiriya karsaza jin li dibistana navîn a Said Nursi ya li navendê pirtûkxaneyek hat vekirin.
Li Siirtê ji bo xwendekar û dibistanan gelek proje tên amadekirin.
Herî dawî bi navê “Tu jî Şitleke Berpirsyariyê Biçîne” projeyek hat amadekirin.
Di çarçoveya projeyê de Karsaza Îstanbulî Cansu Güleryüzê ji bo vekirina pirtûkxaneyekê pişgirî da.
Karsaz Cansu Güleryüz: Me ji bo perwerdeya xwendekaran biryar da ku em pirtûkxaneyekê çêkin. Hevalan navê keça min da pirtûkxaneyê. Ez gelek kêfxweş im.
Bi piştgiriya karsaza jin li Dibisitana Navîn a Seîdê Nûrsî pirtûkxaneyek hat vekirin.
Waliyê Siirtê Osman HACIBEKTAŞOĞLU jî beşdarî merasîma vekirinê bû.
Xwendekarên dibistana navîn ji bo vebûna pirtûkxaneyê kêfxweş in.
Di pirtûkxaneyê de ji bo zarokan him gelek pirtûk him jî hin amûrên lîstikê hene.