Projeya xeml û xweşikiyê

Ji bo keçikên ku nikarin biçin navçeyê gund bi gund digerin, porê wan dixemlînin.

Projeya xeml û xweşikiyê

Li Silopiya Şirnakê, kuafor ji bo projeya alîkariyê li dibistanên gundan digerin; porê keçikan dibirin û şe dikin. Xwendekar bi projeyê gelek kêfxweş bûn.

Ji bo zarokên gundan çûyîna navçeyê zehmet e..

Hinek ji wan qet neçûne kuaforekê, porên xwe nedane çêkirin.

Midûriyeta Perwerdeyê ya Silopiyê ji bo keçikan projeyeke cuda da destpêkirin.

Kuaforên xêrxwaz li dibistanên gundan; porên keçikan birîn û li gor daxwaza wan ew xemilandin.

Keçik bi elaqa û xizmeta kuaforan gelek şa bûn; him ji bo xizmeta wan him jî ji bo xwediyên projeyê spas kirin.

Kuaforên jêhatî yên Silopiyê dê biçin 10 gundên li ber sînor û dilê bi dehan xwendekaran şa bikin.

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2020, 16:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE