Ji bo kêfa zarokan bê, li Şehitkamila Gaziantepê 4 projeyên balkêş hatin çêkirin. Dirûşma projeyan ‘’ bi lîstikê li hev bikin, li xwezayê li hev par bikin’’ bû. Zarokên welatiyan û yên penaber bi hev re lîstin, bi hev re kêf kirin.
Basketbol, badminton, futbol û oryantiring…
Him gelek cureyên sporê hîn bûn him jî beşdarî misabeqeyan bûn.
Li Şehitkamila Gaziantepê , bi piştgiriya şaredariyê ji bo zarokên bi dezavantaj fealiyetên cur bi cur hatin lidarxistin.
Dirûşma projeyê jî ev bû‘’ bi lîstikê li hev bikin, bi xwezayê hînî parvekirinê bibin.’’
Piştî pêşbirkan, şaredarê Şehitkamilê Ridvan Fadiloğlu malzemeyên sporê wek xelat da zarokan.
Şaredarê Şehitkamilê Ridvan Fadiloğlu : 80 gedeyên welatiyên me, 80 jî zarokên penaber di çarçoveya vê projeyê de hatin cem hev. em dixwazin zarok zêdetir tev li civakê bibin û bi hev re li hev bikin.
Bi saya lîstikan zarokên welatî û yên penaber bi hev re wextê xwe xweş derbas kirin.