Projeyên TKDK’ê yên li herêmê

Cotkar û hilberîner bi hîbeyên dewletê kargehan vedikin...

Projeyên TKDK’ê  yên li herêmê

Bi teşwîq û hîbeyên dewletê li herêmê çandinî û heywandarî her ku diçe geş dibe. Wezareta çandinî û daristanan li 42 bajaran ji bo avakirina kargehên nû ji sedî 70 hîbeyê dide. Kesên ku bixwazin ji derfetên dewletê îstifade bikin divê heta 14 gulanê serî li saziya tkdk’ê bidin.

Li Diyarbekirê bi piştgirîya Wezareta Çandinî û Daristanan di nava 5 salên dawî de bi 180 milyon lîre hîbeyî 240 kargeh, çewlig û tesîsên cur bi cur hatin avakirin.

Mihemmed Anahtar bi milyonek û 50 hezar lîre hîbeyî çewliga mirîşkên goşt vekir.

Salê 300 hezar mirîşk tên xwedîkirin. 750 Hezar ton goştê mirîşkan li Tirkiye û Rojhilata Navin tê firotan.

Hatice Kayayê jî bi milyonek û 850 hezar lîre hîbeyî 200 bizinên ji cinsê Helebê xwedî dike. Şîrê wan bizinan jî dibe dondirme.

Saziya Piştgirîya Pêşveçûnê ya Çandinî û Çolterê xebatên xwe yên piştgirîyê didomîne. Li 42 bajaran ji bo projeyên nû ji sedî heta 70yî hîbe tê dayîn.

Cotkar û hilberînerên ku bixwazin ji derfetên TKDKê îstifade bikin divê heta 14 gulanê teqez serlêdana xwe bikin.

Dîroka nûkirinê: 09 Nîsan 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE