Propagandaya qirêj a li ser beşa kurdî

Îdiayên qedexekirina tezên bikurdî derew derketin

Propagandaya qirêj a li ser beşa kurdî

Hin propaganda hatin kirin ku li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê nivîsandina tezên bikurdî hatiye qedexekirin. serokatiya zanîngehê îdia red kirin û got tezên bi zimanê kurdî li zanîngeha wan nehatine qedexekirin. Gelo li ser beşên zimanê kurdî propagandayên qirêj û reş çima tên kirin?

Piştî derbeya 12ê îlonê ji xeynî zimanî Tirkî hemû axaftinên bi zimanên din hatin qedexekirin.

Kurdên ku stranên kurdî guhdar dikirin derheqê wan da doz dihatin vekirin.

Zilm û zordariya cûntaya leşkerî li ser gelê kurd heta hikûmeta AK Partiyê dewam kir.

Politîkayên înkar û asimilasyonê yek bi yek ji holê hatin rakirin.

Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û akademiyê li Zaningehên: Artûklu, Dîcle, Yüzüncü Yil û Alparslanê di sala 2012’an da beşên zimanê kurdî vebûn.

Lê belê hêzên tarî û kûr bi propagandayên qirêj her wextê nerazîbûna xwe ya li dijî zimanê kurdî bi nîşan didin.

Çapemenî û malperên çepgir û yên girêdayî derwelêt di derbarê Zanîngeha Dîcleyê de agahiyên nerast weşandin.

Li gor agahiyên nerast qaşo; Zanîngeha Dîcleyê nivîsandina tezên bikurdî qedexe kirine.

Serokatiya Zanîngeha Dîcleyê îdia red kirin û got tezên bi zimanê Kurdî li zanîngeha wan nehatine qedexekirin.

Ked û xebata Zanîngeha Dîcleyê ya di warê ziman û çanda kurdî de pir mezin e.

Kesên ku beşên zimanên kurdî ji xwe re dikin hedef dixwazin çi bikin?

Zanîngeha Dîcleyê ji bo bihêzkirina xwendina mastera bi tez di sala 2019an de ligel Zanîngeha Selahedînê ya Herêma Kurdistanê protokol îmze kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE