Propagandaya qirêj a li ser beşa Kurdî

Îdiayên qedexekirina tezên bi Kurdî derew derketin.

Propagandaya qirêj a li ser beşa Kurdî

Hin propaganda hatin kirin ku li Zanîngeha Dîcleyê nivîsandina tezên bi kurdî hatine qedexekirin. Zanîngeha Dîcleyê bertek nîşanî agahiyên nerast û derew dan. Ji bo pêşketina zimanê kurdî di 2019an de di navbera Zanîngeha Dîcleyê û Zanîngeha Selahedînê ya Herêma Kurdistana Irakê de peyman hatıbû îmzekırın.

Çapemenî û malperên çepgir û yên girêdayî derwelêt di derbarê Zanîngeha Dîcleyê de agahiyên nerast weşandin.

Bi hezeran kesî jî li ser medyaya civakî propagandayên qirêj kirin.

Li gor agahiyên nerast qaşo; Zanîngeha Dîcleyê nivîsandina tezên bi kurdî qedexe kirine.

Rêvebiriya Zanîngeha Dîcleyê derbarê agahiyên derew û zimanê Kurdî de daxûyanî da raya giştî.

Serokatiya Zanîngehê îdia red kirin û got tezên bi zimanê Kurdî li zanîngeha wan nehatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ew gotegotên ku li ser medyaya civakî belav bûne û dibêjin amadekirina tezên bi zimanê Kurdî hatine qedexekirin nerast in û bi nêteke xerab tên belavkirin.

Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku wan “ji bo bihêzkirina xwendina mastera bi tez û bê tez di sala 2019an de ligel Zanîngeha Selahedînê ya Herêma Kurdistanê protokol îmze kiriye.”

Li Zanîngeha Dîcleyê ji sala 2012an û vir ve 86 xwendekar di Beşa Xwendina Ziman û Çanda Kurdî de bawernameya mastera bê tez, 10 xwendekaran a mastera bitez, 6 xwendekaran jî bawernameya doktorayê wergirtine.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE