Li Edeneyê ji bo şikbarê ku tê îdiakirin li ser medyaya civakî propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kiriye heta 5 salan cezayê hepsê hat xwestin.
Lêpirsîna der heqê Î.Kyê şikbar yê ku tê îdiakirin li ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kiriye û hin tişt parve kirine hat temamkirin.
Îdianameya ku bi destê dozgerê sûcên "Propagandaya rêxistina terorê" hatibû amadekirin ji aliyê Mehkemeya Cezayê Giran a 12emîn a Edeneyê va hat qebûlkirin.
Di îdianameyê da hat gotin ku şikbar Î.K li ser hesabê xwe yê medyaya civakî propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kiriye û çalakiyên wan meşrû nîşan dane.
Şikbar Î.K di parastina xwe da sûc red kirin û beraeta xwe xwest.
AA