Her ku diçe zilm û zordariya israîlê ya li dijî gelê filistînê zêdetir dibe. her wiha gelê Tirkiyeyê jî her tim bertekan nîşan dide. Hin saziyên civaka sivîl li agirî û mardînê hatin cem hev û israîl protesto kirin.
Li Mescîda Eqsa û Qudsa ku ji aliyê Israîlê ve hatiye dagirkirin rageşî devam dike.
Israîl her sal di meha remezanê de êrîşî Mescîda Eqsayê dike û ev yek jî li hemû cihanê tê protestokirin.
Li Tirkiyeyê jî li dijî zilma Israîlê ya li ser Filistîniyan hat protestokirin.
Ev der Agirî ye û saziyên sivîl bertekan nîşanî dagirkeriya leşkerên Israîlê didin.
li Mêrdînê jî bertekên dijî îsraîlê hebûn.
Gel piştî teravîhan daket hewşa mizgeftê û bertek nîşanê têketina Israîlê ya Mescîdê Eqsayê da.
Li Mîdyatê jî bi dirûşm û pankartan Israîl hat şermezarkirin.
Di êrîşan de herî dawî 17 Filistînî hatibûn birîndarkirin û 9 jî hatibûn binçavkirin.