Protestoyên li dijî YPG/PKK’ê

Eşîrên Ereb ên li Deyrezorê li dijî rêxistina terorî YPG/PKK’ê protestoyên xwe didomînin

Protestoyên li dijî YPG/PKK’ê

Eşîrên Ereb ên li deyrezorê li dijî rêxistina terorî ypg/pkk’ê protestoyên xwe didomînin. Eşîrên li gunêdê el zîbanê bangî neteweyên yekbûyî jî kirin ku gundên wan ji dagirkeriya rêxistina terorî xilas bikin.

Ev çend roj in li herêmên rojhilatê firatê protesto hene.

Eşîrên Ereb li gundê El Zîbana DeyreZorê li dijî rêxistina terorî daketin kolanan.

Endamên eşîrên Ereb dixwazin gund û gundewarên xwe ji dagirkeriya rêxistina terorî xilas bikin.

Ji bo vê yekê jî li hev dicivin û bangî neteweyên yekbûyî dikin.

Çend roj berê serokê eşîra El Zîbanê Miteşer El Hevel hatibû kuştin.

Endamên eşîrê xwestibûn ku kujer bên dîtin. Lê Rêxistina terorî ji bo diyarkirna kuştinê tu tiştek nekir.

Endamên eşîrên Ereb dixwazin lijneyek bê avakirin û gundên wan êdî ji dagirkeriya rêxistina terorî xilas bibe.

Lê rêxistina terorî bi çek û guleyan gelê herêmê ditîrsîne û naxwaze protestoyan bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE