Protestoyên li Myanmarê: Hejmara sivîlên hatin kuştin derket 570yî

Li Myanmarê hejmara sivîlên bi midaxeleya ewlekariyê hatin kuştin derket 570yî

Protestoyên li Myanmarê: Hejmara sivîlên hatin kuştin derket 570yî

Di protestoyên ku li Myanmarê dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî da hejmara kesên di midaxeleya hêzên ewlekariyê da hatin kuştin derket 570yî.

Di rapora rojane ya Saziya Alîkariya Seba Girtiyên Siyasî (AAPP) da hat diyarkirin, di 24 saetên dawîn da 6 kesên din jî hatin kuştin û hejmara kuştiyan derket 570yî.

Di raporê da her wisa hat diyarkirin, 2 hezar û 728 kes binçavkirî ne, der heqê 443 kesan da jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Sivîl li hemberî rîska êrîşa asîmanî stargehan dikolin

Ji aliyekî din va li eyaleta Şanê sivîlên li sînorê Taylandê li hemberî rîska êrîşa asîmanî ya artêşa Myanmarê malên xwe terikandin û dest bi çêkirina stargehan kirin.

Di nûçeya malpera Myanmar Nowê da hat diyarkirin, li bajarê Tachileikê herî kêm 6 hezar kesî li hemberî rîska şerê artêşa Myanmarê û koma nijadî ya çekdar Artêşa Dewleta Şanê tedbîrên xwe sitandin.

Hat diyarkirin, ji bo parastina xwe hin sivîlan dest bi kolandina stargehan kirin û hinekên din jî hewl didin ku derbasî aliyê Taylandê bibin.

Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

Gelê Myanmarê di 6ê sibatê da dest bi xwepêşandanan kiribû ku bila dîsa demokrasî pêk bê. Di midaxeleya hêzên ewlekariyê da 570 xwepêşandêr hatin kuştin.

Li welêt li aliyekî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê di mehkemeya eskerî da dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE