Protestoyên li Îranê

Li Huzistana Îranê protestoyên karkeran dewam dikin...

Protestoyên li Îranê

Li Gorî ajansa fermî ya Îranê İRNA’yê, li bajaroka ahvaza huzistanê, ji ber ku mehaniyên wan nehatine, dayîn karker protestoyên xwe didomînin.

Li Abadanê, karkerên şaredariyê li ber avahiya şaredariyê kom bûn û ew protesto kirin, lewra 3 meh in mehaniya wan nayê dayîn.

Li navçeya Hamidiyaya Îranê jî 20 karkerên şaredariyê çalakiyek li dar xistin. Ev 9 meh in mehaniya wan jî nehatiye dayîn.

Her wiha li navçeya Endîkayê jî karkerên Şaredariya Abeşdanê li ber şaredariyê kom bûn û xwestin mehaniyên wan bên dayîn.

Li Ahvazê jî hin karker li ber atolyeya metroyê kom bûn. Ew jî dibêjin 19 meh in ku mehaniyên me nehatine dayîn.

her wiha li Ahvazê karkerên fabrîkaya polayê ev 24 roj in protestoyan dikin. Karker li kolanên Ahvazê meşiyan û li dijî rêvebiriya Tahranê slogan hildan.

Li navçeya Şuşê jî hin karkerên fabrîkaya şekir hatibûn binçavkirin. Karkeran ji bo ku hevalên wan bên berdan çalakî li dar xistin.

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2018, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE