Prototîpa cihaza bêhnstandinê hat çêkirin

Ji bo tedawiya şewba koronayê cihazên bêhnstandinê lazim in. hejmara nexweşan çiqas zêde bibe Hewcedariya bi van cîhazan jî ewqas zêde dibe.

Prototîpa cihaza bêhnstandinê hat çêkirin

Ji bo tedawiya şewba koronayê cihazên bêhnstandinê lazim in. hejmara nexweşan çiqas zêde bibe Hewcedariya bi van cîhazan jî ewqas zêde dibe. zanîngeha firatê ya li Elazigê ji bo vê hewcedariyê prototîpeke cihaza bêhnstandinê çêkir. cihaz bi teknolojiya herî dawî dixebite.

Ji ber vîrûsa koronayê bi sed hezaran kes nexweş ketin û hewcedariya bi amûrên tibbê zêde bû.

Yek ji wan amûran jî cihazên bêhnstandinê ne.

Zanîngeha Firatê ya Elazigê li ser cihazê xebitî û di encamê de prototîpeke sîstema bêhnstandinê çêkir.

Rektorê Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Kutbeddin demirdağ:Piştî pandemiyê me dest bi xebata li ser sistema bêhnstandinê kir. Em li ser fikirîn û me li ser xebatên berê jî lêkolîn kirin… Di encamê de me sîstemeke wisa çêkir.

Prototîp bi teknolojiya herî dawî û nûjen dixebite.

Hat eşkerekirin ku dê cihaz di nav çend mehan de ji bo hilberîna li ser hev were şandin fabrîkayê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE