Li Bêşebaba Şirnexê, AK Partiyê cara ewil şaredarî qezenc kir. Li sernaserê navçeyê pîrozbahî dewam dike. Şerdarê nû mazbataya xwe stend û çûm ba welatiyan. Şêniyê bêşebabê bi govend û dîlanan ev serkeftin pîroz kir.
Di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de, li Beşebabê namzedê AK Partiyê Habip Aşan bi ser ket û AK Partiyê cara ewil li wir şaredarî qezenc kir.
AK Partiyê û Bêşebabiyan serkeftina xwe bi şahiyeke pîroz kir.
Şerdarê nû mazbataya xwe girt û ji bo piştgiriyê sipasîya welatiyan kir.
Rayedarên Bêşebabê yên Ak Partiyê dibêjin em ê bi şev û roj ji bo xizmetê bixebitin.
Welatî û rayedaran bi hev re govend gerand, serkeftina xwe pîroz kir.