Li Îstanbulê peşaneyeke peykeran vebû. Lê ev peyker piçek cuda ne, lewra hemu ji hevîrê şekirê û çîkolataye hatine çekirin û têne xwarin. Peykeren şirîn u bitehm gelekî kêfa zarokan anî. Pêşane heya 20ê meha mijdarê ji bo ziyaretê dê vekirî be.
Red kit, Elf, peykera Dawid a Michelangelo...
Ev peykerên qehremanên çîrok û karton-fîlman, hem xweşik in hem jî têne xwarin.
Lewra hemû ji hevîrê şekir û çikolatayê hatine çêkirin.
Li Ataşehira Îstanbulê navendeke danûstandinê, ji bo pirozbahiya yeksaliya xwe, çalakiyeke wiha saz kir.
“ di vê pêşanê de berhemên xelatgir ên komeleya gastronomiyê hene. Hemû ji hevîrê şekir hatine çêkirin. Pirranî qehremanên zaroktiya me ne. Her kes dikare were û bê pere ziyaret bike.”
Peykerên bitehm jûbi destê komeleya gastronomiye ve hatine çêkirin.
Û hemuyan jî di pêşbaziyan de xelat girtine.
Pêşangeha peykerên ji çîkolatayê, heya 20ê meha Mijdarê, dikare bê ziyaretkirin.