Pêşaneya "di şopa gerokan de"

Wêneyên ku 100 sal berê gerokan girtibûn, dîsa li heman cihî hatin kişandin

Pêşaneya "di şopa gerokan de"

Wêneyên bi dehan gerokên ku berîya niha bi 100 salan li herêma amedê hatibûn girtin, ji nû ve hatin kişandin. Di van wêneyan de hin guhertinên herêmê û berheman dîrokî berbiçav bûn. Wêneyên kevn û nû bi hev re li qesra cemîlpaşa tên pêşandin.

Li Qesra Mala Cemîl Paşa vê hefteyê wêneyên gerokan tên nîşandan. bi dehan wêneyên sedsalî li vê qesra dîrokî hatin raxistin.

Berhemên dîrokî yên herêma Amedê bala bi dehan gerokên biyanî û yên xwemalî kişandibû. Niha bi wêneyên gerokan ferq û guhertinên van cihên dîrokî tê fahmkirin.

Piştî sed salî refekî wênegiran ew berhemên dîrokî dîsa ji heman cihê ve kişandin. Lê hin probleman qewimîn.

Li gorî hin welatîyan ew berhemên dîrokî gelekî hatine guhertin û li gorî hinan jî di navbera wan de guhertin tune.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE