Li Rihayê bi piştgiriya navenda perwerdeya gel, ji bo jinan kursa destkariyê hatibû vekirin. Piştî salekê kursiyeran bi berhemên xwe pêşaneyek vekir, berhemên xwe nîşan dan.
Navanda Perwerdeya Gel a Rihayê, ji bo jinan kursa destkariyê vekir.
Kebanî him ji bo sebra wan were, him jî ji bo hînî karekî bibin çûn kursê.
Kursiyer piştî ku salekê perwerde bûn, berhemên yên cur bi cur çêkirin. Paşê jî wan li Navenda Perwerdeya Gel pêşaneyek vekir.
Kursiyeran got, bi xêra van dersan em hînî gelek tiştan bûn.