Diyarbekir warê bawerî, ziman û çandên cuda ye. Giringî û taybetmendiya bajarê qedîm ev car bi wêneyên wê yên dîrokî derket holê. Li kela navîn pêşangeha ‘şopên berê yên diyarbekirê’ vebû û li hêviya gel e.
Beden, kolan, sûk, xanî, mizgeft, dêr, medrese, hemam û qesr. Dîroka Amedê bi van wêneyan xweştir derket holê.
Bi hevkariya Zanîngeha Dîcleyê û Midûriyeta Çand û Turîzmê bi navê ‘Şopên Berê yên Diyarbekirê’ pêşangaha wêneyan hat vekirin.
Pêşangeha taybet li Dêra Saint George a Kela Navîn vebû.
60 Wêneyên ku di arşîva Midûriyeta Giştî a Weqfan de cih digirtin cara ewil hatin pêşandin.
Wêne di navbera salên 1925 û 1962an da hatine kişandan.
Pêşangeha wêneyên Amedê herî zêde bala xwendevanan kişand.
Di wêneyan de xuya dike ku bajar pir guherî ye. Xaniyên hevbend û kerpîç jî pir bal dikşînin.
Pêşangeh wê heta 2yê kanûnê ji bo ziyaretvanan vekirî be.