Pêşangeha Avahîsaziyê ya Mezopotamyayê

Di fuarê de amûrên înşeatê yên cûr bi cûr tên pêşkêşkirin.

Pêşangeha Avahîsaziyê ya Mezopotamyayê

Li Diyarbekirê pêşangeha avahîsaziyê vebû. Ji derveyî welêt û welêt bi dehan fîrme beşdarî pêşangehê dibin. Di pêşangehê de alav û amûrên avahîsazî û înşeatê yên cûr bi cûr tên pêşkêşkirin. Fuar wê heta 6ê adarê vekirîbe.

Li Diyarbekirê 10emîn Pêşangeha Înşeatê vebû. Ji nav welêt û ji derveyê welêt bi dehan fîrme beşdarî fuarê dibin.

Ji makîneyên kar bigirin heta alavên çêkirina avahiyan derbarê înşeatê de her tişt heye.

Beşa herî zêde bal kişand ser xwe jî makîneyên kar bûn.

Bi dehan fîrme û karsaz li qada fuarê berhemên xwe pêşkêş dikin û endezyar, mîmar û mutehît tên serdana fuarê.

Karsaz û xwediyên fîrmeyan di fuarê de makîne, amûr û alavên xwe nîşan didin.

Ji nav welêt û derveyê welêt jî ehlên sektorê beşdar dibin û amûrên nû dişopînin.

Fuara înşeatê ya Mezopotamyayê dê heta 6ê Adarê li Amedê vekirîbe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE