Pêşangeha dijîtal a Fuat Sezgin

Di çarçoveya “Sala Fuat Sezgin” de li Qada Taksimê pêşangeh hat vekirin

Pêşangeha dijîtal a Fuat Sezgin

Zanistê navdar Fuat Sezgîn ji bo baştir bê naskirin û neyê jibîrkirin li qada taksîmê pêşangehek hat vekirin. Di pêşangehê de jiyan û xebatên sezgîn tê nîşandan. Heta 9ê tebaxê her kes dikare biçe serdana navendê.

Sala 2019an wek “Sala Prof Dr.Fuat Sezgin“ hat qebûlkirin.

Di vê çarçoveyê de li Tirkiyê gelek bername tên lidarxistin.

Bilal Erdoğan: “Em ê derheqê kêsayeta Sezgîn û mijarên ku li ser dişixulî agahiyê bidin. Meqseda me ji “Sala Fuat Sezgin” ev e ku zêdetir û baştir bê naskirin. Zanyarekî ku ji welatê xwe derketiye û divê beşê de çiqas tişt lê zêdekirine wê bê zanîn.”

Li Qada Taksîmê ji bo Fuat Sezgîn baştir bê naskirin pêşangehek hat amadekirin.

Di pêşangehê de jiyana wî û xebatên ku heta niha kiriye tên nîşandan.

Haydar Ali Yildiz: “Li navendê li aliyekî nîşandana dijital heye li aliyê din jî berhemên zanistan hene. Ev rêwitiyeke dîrokî ye. Rêwitiyeke zanista îslamî ye.”

Berhemên Cezirî, Farabî, İbnî Sina û Birûnî li navendê hatin danîn.

Heta 9ê Tebaxê her kes dikare bê serdana vê navendê.

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE