Pêşangeha koleksiyoneran

Gelek koleksiyoner ji bo pêşangeha li Xana Bûzê ya dîrokî hatin cem hev

Pêşangeha koleksiyoneran

Li Şanliurfayê li bazara heyvê pêşangeheke berhemên destan hat vekirin. Ji çar aliyên Turkiyeyê bi dehan koleksiyoner bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Gelek welatî di çarçoveya tevdîrên koronayê de bi saetan li pêşangehê digerin.

Ji tizbîh û hesteyan bigrin heta saet û kêrikên bi hunera destan gelek tişt...

Ev dîmen ji pêşangeha li Xana Bûzê ya li navenda Şanliurfayê ne.

Bi dehan koleksiyoner ji bajarên wek Îstanbul, Adana, Diyarbekir, Gaziantep, Adiyaman û Trabzonê hatin pêşangehê.

Di pêşangehê de berhemên ji hev delal û xweşiktir tên pêşkêşkirin.

Koleksiyoner dibêjin li cem wan gelek cure tizbiyên taybet hene.

Welatî ji bo dîtina van berheman, di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de tên pêşangehê û têr li berheman dinihêrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE