"Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cizîrî" vebû

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soyluyê ku ji bo hin têkiliyan hatibû Diyarbekirê jî beşdarî vekirina merasima pêşangehê bû.

"Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cizîrî" vebû

 Li Diyarbekirê "Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cizîrî" hat vekirin.

Plan û projeyên ku El Cizîriyê ji alimên Îslamê yê navdar ê heyama sedsala 13mîn û avakarê sîbernetîkê tê hesibandin li ser makîneyan hat ceribandin berhemên derketin holê jî di pêşangehê da tên nîşandan.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soyluyê ku ji bo hin têkiliyan hatibû Diyarbekirê jî beşdarî vekirina merasima pêşangehê bû.

Soylu, Walî Munîr Karaloglu û ciwanan bi eqesê qurdeleya pêşangehê birîn û vekirin.

Erebeya firînê ya ewil a Tirkiyeyê ku ji aliyê Baykarê ve awayek taybet û neteweyî hat çêkirin jî di pêşangeha li Diyarbekirê da tê nîşandan.

Organîzekirina "Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cizîrî" ji alî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê va hat kirin.

Pêşangeha ji bo proje û berhemên Cizîrî li ser Birca Keçê ya ser Sûra navçeya navendî dest pê kir wê heta heta 18ê Gulanê vekirî be.

Tevlî Erebeya firînê ya ewil a Tirkiyeyê ji ber projeyên Cizîrî 25 prototîpên nimûne jî hatin çêkirin û ew jî li pêşangehê raxistî ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE