Pêşbaziya bi navê “dostanî û wefayê”

Nivsîkar Fethi Gemuhluoğlu hat bibîranîn

Pêşbaziya bi navê “dostanî û wefayê”

Li Enqereyê li ser navê nivîskar fethi gemuhluoğlu, ji aliyê genç memur-sen’ê ve him şeva bibîranînê him jî pêşbaziya nav zanîngehan hat lidarxistin. Di pêşbaziya bi navê “dostanî û wefayê” de 400 berhem hebûn.

Li Enqereyê Genç Memur-Sen’ê bi temaya “dostanî û wefayê” tevî bibîranîna nivîskar Fethi Gemuhluoğlu pêşbaziya nav zanîngehan da lidarxistin.

Pêşbaziya ku civaka şaristanî û perwerdeya ramanî ya akademîk ADEM li dar dixe nêzî 400 berhemî dihewîne.

Di şeva bibîranînê de gelek rayedar jî cihê xwe girtin.

Armanca ewil a bernameyê bibîranîna Fethi Gemuhluoğlu bû.

Nivîskarê rehmetî ji bo ciwanên niha wek mînak hat nîşandan.

Parlamenterê Eskişehirê yê AK Partiyê Nabi Avci: Em nifşekî gelek bextxweş in. Me bi riya kekê me Fethî gelek mezinên xwe nas kirin û ew guhdar kirin.

Serokê giştî yê Memur-Senê Ali Yalçin: Hemû hewl û xîretên Genç Memur-Senê yên ku niha dike ji bo siberojê veberhênan in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE