Pêşbaziya “dengê malan”

Şaredariya İpekyoluyê ji bo kesên ku ji malên xwe dernakevin pêşbaziyek li dar xist.

Pêşbaziya “dengê malan”

Şaredariya Îpekyolûya Vanê di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de misabaqaya bi navê “dengê malan” li dar xist. Şaredariya Midyada Mardinê jî ji bo zarokan pêşbaziya resman çê kir. Kesên serkeftê wê bên xelatkirin.

Ji ber vîrûsa koronayê êdî herkes li malên xwe ye.

Şaredariya Îpekyolûya Vanê jî ji bo gele Vanê, bi navê “Dengê Malan” pêşbaziyek organize kir.

Kesên ku ji malên xwe dernakevin, dengê xwe qeyd kirin û şandin juriye.

Endamên jûriyê li dengê wan yek bi yek guhdar kirin û pişt re puan dan.

Piştî vê yeke, kesên serkeftî hatin xelatkirin.

Dengbên Metîn Barlik jî di nav juriyê de bû.

Şaredariya Midyada Mardinê jî ji bo ku zarok li malê aciz nebin pêşbaziya resman li dar xist.

Wekî tê zanîm, zarok ji ber vîrûsê nikarin derkevin derve.

Zarokan li malên xwe resim çêkirin û şandin misabaqê.

Zarokên serkeftî, wê bên xelatkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE