“Pêşbaziya dîmenên nûçeyan a Zoom’ê”

Nûçegihana TRT Kurdiyê Gülay Demir jî wê xelatê bistîne

Komeleya kameramanên nûçeyan a Türkiyeyê, bi navê dîmenên nûçeyan ên navneteweyî yên Zoom’ê pêşbaziyek li dar xist. Nûçegihana me Gülay Demir jî wê were xelatkirin.

Nûçeyên taybet ên ji hev girîngtir, weşanên zindî yên ji cihên bûyeran, erdhej, lehî û şewat…

Pêşbaziya Dîmenên Nûçeyan a Navneteweyî ya Zoomê 25 sal in tê lidarxistin.

Kesên ku di pêşbaziyê de xelat girtine diyar bûn.

Ji 5 welatan 95 berhem beşdarî pêşbaziyê bûn.

Serwîsa Kamerayê ya TRT Haberê wek sewîsa herî baş a salê hat hilbijartin.

Nûçegihana TRT Kurdiyê Gülay Demir jî layiqî xelatê hat dîtin.

Demira ku bi salane li TRT Kurdiyê wek nûçegihan dixebite layiqî xelata di meslekê de wefa û rûmetê hat dîtin

Merasîma xelatdayînê wê di meha Îlonê de bê lidarxistin.

Di Pêşbaziya Dîmenên Nûçeyan a Navneteweyî ya Zoomê de wê di 9 kategoriyan de xelat bên dayîn.

Tê plankirin ku merasîm meha pêş me li Enqerê were lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE