Pêşbaziya ‘rojnamegerên serkeftî yên salê’

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat 2 xelat dan TRT Kurdiyê

Pêşbaziya ‘rojnamegerên serkeftî yên salê’

TRT Kurdî ev 10 sal in ku wek kanaleke dewletê 24 saetan bİ kurmancî, soranî û zazakî weşan dike û dı nav televîzyonên kurdî de cİhekî gİrîng dİgİre. Cemİyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat ji ber xizmeta çand û zimanê kurdî 2 xelat dan TRT Kurdi’yê.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat 33yemîn pêşbaziya ‘Rojnamegerên Serkeftî yên Salê’ li dar xist.

Jûriya bijarte di 9 beşan de 13 diyarî û 15 xelatên taybet dan.

Cemiyetê ji bo xelatdayinê li Amedê bernameya ‘şeva çapemeniyê’ li dar xist.

Ji xeynî Diyarbekirê ji Stenbol û Enqereyê jî gelek rojnameger, pêşkêşvan û nivîskarên navdar û brokrat beşdar bûn.

Rojnamegerên Herêmê ji ber xizmeta çand û ziman xelata jûriya taybet dan TRT Kurdîyê.

Koordînatorê TRT Kurdîyê Mustafa Ekîcî plaket ji destê Serokê Cemiyetê Veysî Îpek wergirt.

Kesên ku di pêşbaziyê de serkeftî bûn yek bi yek derketin ser dikê û xelatên xwe stendin.

Nivîskar Muharrem Sarıkaya got, “Ez ji sala 1980î vir ve wek rojnamegerekî têm Diyarbekirê. Îsal 9 caran ez hatim. Êdî ez xwe mîna Diyarbekirîyan hesap dikim. Mixabin ji ber rewşa taybet li herêmê şert û mercên çapemeniyê ne xweş in. Ez bi vê xelatê pir kêfxeş bûm”

Pêşkêşvan Mete Çubukçu wiha axivî: “Min piraniya kariyerîya xwe li herêmê derbas kir. Ji Diyarbekir heta Hewlêrê min li hemû cografyayê karê nûçegihaniyê kir. Piştî 14 salan min dîsa xelat girt. Ji ber vê yekê ez bextewar im.”

Kameremanê TRT Kurdîyê Engîn Dalgıç di beşa ‘Dîmenan’ de xelata yekemîniyê bi dest xisit.

Dîrektorê Bername û Nûçeyên TRT Worldê Fatih Er jî li ser navê televizyona xwe xelata taybet wergirt.

Dîrektorê Bername û Nûçeyên TRT Worldê Fatih Er got “Beriya 3 Hefteyan li New Yorkê ji bo xelata Emmy dawet hat ez neçûm. Hefteya çûyî jî TRT Worldê li Londonê xelat girt lê dîsa ez neçûm û min heval şandin. Lê belê ez hatim Diyarbekirê. Lewra ev xelat ji bo me pir girîng e.”

Şeva rojnamegerên herêmê bi girtina wêneyan dawî bû.

Dîroka nûkirinê: 25 Mijdar 2018, 18:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE