Pêşbaziya xwendina Qur'ana Kerîm

Hafiz Doğukan Yeğinê Ahlatî di pêşbirkê de bû yekemînê Tirkiyê ...

Pêşbaziya xwendina Qur'ana Kerîm

Pêşbirka xwendina qurana kerîm a serokatiya karên diyanetê qediya. di pêşbirkê de hafiz û feqiyê kursa quranê ya abdurrahman gazî ya xelata bedlisê doğukan yeğin bû yekemînê tirkiyê.

Serokatiya Karên Diyanetê li tevahiya Tirkiyê Pêşbirka Xwendina Qurana Kerîm li dar xist.

Ji 7 herêmên Tirkiyê feqî û hafiz beşdarî pêşbirkê bûn.

Feqiyê kursa Quranê ya Evdirrehman Xazî ya Xelata Bedlisê Doğukan Yeğin jî ket pêşbirkê.

Di vê pêşbirkê de Hafiz Doğukan bû yekemînê Tirkiyeyê.

“Şikir ji Xwedê re ez di pêşbirka Quranê de bûm yekemîn. Ez ji bo alîkariya wan ji malbat û mamosteyên xwe re spas dikin. Ji ber ku di vê serkeftinê de keda wan jî heye.”

Miftiyê navçeya Xelatê Orhan İmamoğlu jî ji bo serketina wî Hafiz Doğukan pîroz kir.

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE