Ji aliyê Serokatîya Karên Dîyanetê ve li Dîyarbekirê musabeqeya xweşxwendina Qurana Pîroz hat lidarxistin.
Ev pêşbazî di navbera 6 zarokên ku temenê wan ji 18 salî bûçûktir û li bajarên xwe bûbûn yekem de pêk hat.
Di hedefa musabeqeyan de xweşxwendina Qurana pîroz a bi tecwîd û li gorî qaîdeyan hebû.
Zarokên serkeftî û xoceyên wan jî ji vê serkeftina wan kêfxweş bû û di hedefa wan de pêşbazîya Tirkiyeyê hebû.
Malbatên zarokan jî bi vê serfirazîya zarokan kêfxweş bûn û xwestin zarokên wan bi awayekî gelekî xweş, Qurana Pîroz bixwînin.
Di encama musabeqeyê de ji bo hemû beşdaran xelat hatin belavkirin.