Pêşbaziya zimanê osmanî

10 xwendekar ji bo bibin yekemînê Tirkiyê ketin pêşbaziyê...

Pêşbaziya zimanê osmanî

Li çar aliyên Tirkiyê di wargehên xwendekaran de perwerdeya Zimanê Osmanî hat dayîn û li 81 bajaran pêşbazî hat kirin. Ji wan, 10 xwendekarên herî jêhatî li paytext enqerê ji bo bibin yekemînê tirkiyê hewl dan.

Li 81 bajaran perwerdeya zimanê Osmanî hat dayîn.

Xwendekarên di wargehan KYK’ê de nêzî salekê li ser zimên xebitin.

Piştî vê yekê jî li bajaran pêşbazî hatin kirin.

10 xwendekarên herî jêhatî ji bo bibin yekemîne Tirkiyê hatin paytext Enqerê.

Pêşbaziya li enqerê li Salona Wezareta Spor û Ciwaniyê hat kirin.

Rêvebir, mamoste û gelek xwendekaran li pêşbaziyê temaşe kir.

Ahmet Derbelekê ji bajarê Agiriyê hatibû jî ji bo bibe yekemîne Tirkiyê hewleke mezin da.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE