Pêşbirka Projeyên Ciwanan

Di pêşbirka Ajansa Dicleyê de 3 kes bi projeyên xwe diyariyên cuda stendin

Pêşbirka Projeyên Ciwanan

Li Mêrdînê, ajansa pêşketinê ya dijleyê bi navê “projeya teşwîqa îstihdamkirina ciwanan” pêşbirkek li dar xist. Di çarçoveya projeyê de li 4 bajaran salekê perwerdeyî hat dayîn. Piştî perwerdeyê jî pêşbirkeke projeyan hat lidarxistin. 3 ciwanên ketin dereceyê diyariyên cuda qezenç kirin.

Ajansa Pêşketinê ya Dijleyê ji bo ciwanan projeyên cuda amade dike.

Yek ji wan jî “Projeya Teşwîqa Îstihdamkirina Ciwanan” e.

Di projeyê de li Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê gelek ciwan hatin perwerdekirin.

Piştî perwerdeyê li Mêrdînê pêşbirka projeyan hat lidarxistin.

Ji 4 bajaran 67 proje tevlî pêşbirkê bûn û juriyên pêşbirkê li ser projeyan gelek sekinîn.

Di pêşbirkê de 3 proje ketin dereceyê.

Her sê proje jî bi diyariyên cuda hatin xelatkirin.

Rêvebirên Ajansa Dijleyê dixwazin ku bi xêra projeyên wisa ciwan zêdetir tevlî jiyana kar bibin û rêjeya îstihdamê jî zêde bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE